Îsraîlê deriyê navbera Sûriye-Lubnanê bombebaran kir

Dîroka weşanê :
Îsraîlê deriyê navbera Sûriye-Lubnanê bombebaran kir

PeyamaKurd - Ajansa National News a Lubnanê (NNA) ragihand ku balafirên şer ên Îsraîlê deriyê sînorî yê Hirmaş-Qeld El Seb ê di navbera Îsraîl  û Lubnanê de bombebaran kir.

Li gorî ragihandina çavkaniyên xwecihî jî êrîş li herêma Qisêr a gundewarê Himsê çêbûye.

Hêjayî gotinê ye, di nava hefteyekê de ev cara sêyemîn e Îsraîl deriyê navbera Sûriye-Lubnanê bombebaran dike û wekî hincet jî derbasbûna milîsên Îranî û Hizbullahê ji ser Sûriyê tê nîşandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin