PeyamaKurd - Îsraîlê ragihand ku ji ber arastekirina pêdiviyan artêşê êrîşên xwe yen li bajarê Refahê ji bo 4 demjimêran rawestandiye.
Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku artêşê biryar daye êrîşên xwe yên li bajarê Refahê yê başûrê Xêza Xezzeyê, ji ber arastekirina pêdiviyan ji bo 4 demjimêran rawestîne.
Artêşa Îsraîlê nêzîkî 100 roj in êrîşên xwe yên li dijî Xezzeyê didomîne. Tê gotin ku di van êrîşan de heta niha 23 hezar û 843 kesan jiyana xwe ji dest dane û 60 hezar û 317 kes jî birîndar bûne.
Ji ber şer û pevçunan, li herêmê pêwîstiya kelûmelên tendurustî, sotemenî, xwarin û avê di asta xeternak de ye.aîlgaza
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin