Îsraîlê li ser pevçûnên li Helebê daxuyanî da

Îsraîlê li ser pevçûnên li Helebê daxuyanî da

PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar diyar kir ku ew niyeta wan a li Sûriyeyê piştgirîkirina ti aliyekî nîne.

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Saar di konferansa ewlehiyê ya ku ji aliyê rojnameya Îsraîl Hayom ve hat organîzekirin de, li ser geşedanên li Sûriyeyê yên piştî şer û pevçûnên ku di 27ê Mijdarê de di navbera hêzên rêveberiya Sûriyeyê û komên cîhadî yên dijber de li gundewarên rojavayê parêzgeha Helebê destpê kir, axivî.

Sa'ar got, "Em naxwazin di mijara Sûriyeyê de bibin alî."

Saar destnîşan kir ku di navbera rêveberiya Şamê û komên cîhadîst de ti "aliyê baş" ê hilbijartinê nîne û diyar kir ku Îsraîl rasterast ne alîgirê operasyonên leşkerî ye, lê geşedanên li Sûriyeyê ji nêz ve dişopîne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin