PeyamaKurd – Ajansa fermî ya nûçeyan a Lubnanê NNA ragihand ku balafirên şer ên Îsraîlê zêdetirî 20 êrîşên esmanî birin ser deverên cuda yên Lubnanê.
Hat ragihandin ku li herêma Merîsa ya di navbera bajarokên Babeliya û Zerariya yên li başûrê Lubnanê de, li geliyê Zagarîn û li herêmên derve yên Beyt Yahûn û Geliyê Meryeminê êrîş hatin lidarxistin.
Hat ragihandin ku balafirên Îsraîlê êrîşî van herêman û herwiha Zebkîn, Yater, Ayta el Cebel û Hemdaniyê kirin.
Di encama êrîşan de kuştî û birîndar çênebûne û derbarê ziyanan de jî ti daxuyanî nehat dayîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin