Îstîxbarata Ukraynayê: Em ê dest bi êrîsa dijber bikin!

Îstîxbarata Ukraynayê: Em ê dest bi êrîsa dijber bikin!

PeyamaKurd- Serokê Daîreya Îstîxbarata Leşkerî (GUR) a Wezareta Parastinê ya Ukraynayê ragihand ku artêşa Ukraynayê, xwe ji bo êrîşeke dijber amade dike.

Kirill Budanov, ji kanala NHK ya Japonî re axivî û di derbarê rewşa dawî ya şerê navbera Rusya û Ukraynayê de agahî dan.

Budanov ragihand ku artêşa Ukraynayê dê di demeke nêzîk de dest bi êrîşeke dijber bike û got,

"Tiştê ku ez dikarim bibêjim ev e ku ew ê di demek nêzîk de êrîşa dijber dest pê bike.”

Bodanov bal kişand ser wê yekê ku Ukrayna ji bo berdewamiya serkeftî ya li dijî êrîşan pêdiviya zêdetir bi çek û cebilxaneyan heye û got, “Jixwe hejmara herî kêm a çekan di destê me de ye. Pêdiviya me bi çekan heye.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin