PeyamaKurd – Dewleta Îsveçê Salwan Momika yê serê civakê û dewletan li hev dixist û daîma Quran a pîroz dişewitand, bi biryara dadgeha koçê ya temyîzê ji Îsveçê hat derxistin û niha çûye Norwecê da îltîcayê wê derê bike.
Momika ji bo rojnama Expressê ya Îsveçê ragihandiye ku piştî dadgeh biryarê daye û wî dersînor kiriye, wê îltîcayê Norwecê bike.
Ofîsa koçberan ya Îsveçê di Cotmeha 2023an de ragihandibû ku heya 16ê Nîsan a 2024an îzna Momika ya xebatê û îqamê heye û wê piştî vê rojê wî dersînor bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin