PeyamaKurd – Hat ragihandin ku polîsan danê vê sibehê li bajarê Îzmîrê yê Tirkiyeyê bi ser malan de girtiye.
Di serdegirtinan de endama meclisa partiyê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP)ê Gonul Yalçin, endamên meclisa Partiya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM)ê Mehmet Sabrî Gul û Koray Turkay hatin binçavkirin.
Her weha hate diyarkirin ku bi ser Mala Hunerê ya Jinê (Jin Art)ê de jî girtin. Lê nehat zanîn bê ka li wir çend kes hatin binçavkirin.
Kesên hatine binçavkirin, birin Midîriyeta Polîsan a Îzmîrê û tê texmînkirin ku dibe ku hejmara kesên hatine binçavkirin zêdetir be.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin