PeyamaKurd – Serokwezîrê Japonyayê Kişida Fumio, di seredana xwe ya ji bo Hindistanê de bi hemkarê xwe Narendra Modi re civiya. Her dû serokwezîr di mijarên darayî, ewlehiyê û gelek babetên din de axifîn.
Kişida, di civîna çapemeniyê de ragihand ku wê Japonya di nav 5 salan de li Hindistanê bi sedema bazirganiya dualî, wê 42 mîlyar dolar veberhênanê bike. Seha veberhênanê ji avahiyên bingehîn heya enerjiya kesk ji bo gelek sehayan wê bi fêde be.
Her dû dewlet li herêma Hind-Pasîfîkê di mijara qewîkirina têkiliyên ewlehiyê de lihev kirine û li ser mijara şerê navbera Rûsya û Ûkraynayê jî axifîne.
Kişida wê sibê dawî li seredana xwe ya ji bo Hindê bîne û weha got:
“Ji ber êrîşa Rûsyayê normên navdewletî hejand, babetekî ji dil e.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin