Japonyayê bang li Îsraîlê kir: Dijminatiyê rawestîne

Japonyayê bang li Îsraîlê kir: Dijminatiyê rawestîne

PeyamaKurd – Japonyayê bang li Îsraîlê kir ku "dijminatiyê rawestîne" da ku alîkariyên mirovî bigihêjin Şerîda Gazzeyê.

Li gor daxuyaniya Wezareta Karên Derva ya Japonyayê, Wezîrê Karên Derva Kamikawa Yoko di çarçoveya ziyareta xwe ya Tel Avîva paytextê Îsraîlê da bi Wezîrê Karên Derva yê Îsraîlê Elî Cohen ra hat bal hev.

Wezîr Kamikawa di hevdîtina 40 xulekan de ji Îsraîlê xwest ku "dijminatiyê rawestîne" da ku alîkariyên mirovî derbasî Şerîda Gazzeyê bibin.

Kamikawa got, divê alî di krîzê de li gorî yasayên navdewletî tevbigerin û daxwaz kir ku demildest dîl bên berdan.

Kamikawa di hevdîtina xwe ya li gel wezîrê karên derve yê Filistînê Riyad El Malikî li bajarê Ramallahê li Şerîeya Rojava de ragihand, Japonya wê 65 milyon dolar alîkariyên mirovî bişîne Şerîda Gazzeyê.

Di hevdîtinê de Wezîrê Japonî diyar kir, di kêşeya Îsraîl û Filistînê de biryara welatê wî ya ji bo çareseriya du dewletî nehatiye guhertin.

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin