Jeffery: Hevkariya me ya bi HSDê re didome

Dîroka weşanê :
Jeffery: Hevkariya me ya bi HSDê re didome

PeyamaKurd - Nûnerê Taybet yê Amerîka yê bo Sûriyê James Jeffrey berî civîna ser Sûriyê ya li Konseya Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) pirsên rojnamevanan bersîvandin.

Jeffrey li ser pirsan da zanîn ku ew ê li Sûrîyê bi Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) re hevkariyê bikin û têkoşîna dijî DAIŞê bidomînin.

Jeffrey got: “Bo me ya girîng ew e ku em rê li ber DAIŞê bigirin ku herêmên petrolê nekeve destê wan û komên din. Em tiştekî dijî qanûnê nakin’”

Wî da zanîn ku HSD 4 sal in li qadên petrolê karên xwe didomîne û ew jî dê bi stratejiya xwe ya bo Sûrîyê alîkarîya wê hêzê bikin.

Nûnerê Taybet ê Amerîkî li ser aloziya li Îdibê nîgeraniya xwe anî zimên û got divê li seranserê Sûriyê agirbestek were ragihandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin