PeyamaKurd – Wezîra Derve ya Almanya Annalena Baerbock, bang li welatên Yekîtiya Ewropayê kir ku ji bo 6 welatên Balkanan tevlî YEyê bibin, çi ji destê wan bê bikin.
Baerbock, beriya serdana xwe ya Qeredax û Bosna Hersekê bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser "emperyalîzma bê eman” a Rûsyayê û daxwaz ji welatên endam kir, piştevaniya bo endamtiya YEyê ya 6 welatên balkanan êdî neçarîyeke jeopolîtîk e.
Hêjayî gotinê ye, Almanya ji bo endamtiya Yekîtiya Ewropa ya welatên Balkan ênQeredax, Bosna Hersek, Arnawut, Sirbistan, Makedonyaya Bakur û Kosowayê hewldanên xwe berdewam dike. Almanyayê ji ber şerî Rûsya-Ukraynayê jî xebatên dîplomatîk li wan welatan zêde kirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin