PeyamaKurd - Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê ji ber xwepêşandanên li Bexdayê û bajarên din ên Iraqê, çalakiyên şêwirmend û xizmetên beşa vîzeyê li Bexdayê hatin rawestandin.
Ji ber xwepêşandanên protestoyî û alozbûna rewşa ewlehiyê li Bexdayê û bajarên din ên Iraqê balyozxaneya Amerîka ya Bexdayê bi daxuyaniyeke fermî ragihand ku heta dawîbûna qedexeya hatûçûnê, beşa xizmeta şêwirmendan hatiye daxistin.
Balyozxaneyê da zanîn ku biryar ji ber bandora nebûna ewlehiyê hatiye derxistin û hemû demên hevdîtinê yên vîzeyên hemwelatiyên Iraqê bo demeke din hatiye paşxistin.
Herwiha di daxuyaniyê de balyozxaneya Amerîkayê bang li hemwelatiyên Amerîkayê jî kir ku serdana Iraqê nekin û ewên ku li Iraqê ne xwe dûr bigirin ji deverên ku xwepêşandan lê hen.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin