PeyamaKurd – Li DYAyê, kesê bi navê David DePape çûbû mala seroka berê ya Meclisa nûneran ya Amerîkayê (DYA) Nancy Pelosi û bi çakûç êrîşê hevjînê (Paul Pelosi) seroka meclisê Nancy Pelosi kiribû, li ser dozê, dadgeha federal 30 sal ceza da DePape û dadgehê derfeta berdana bi şert ji ortê rakir û cezayê heya bi heyayê da êrîşker.
David DePape, di sala 2022an de çûbû mala seroka meclisa nûneran ya DYAyê ya li San Francisko û bi çakûçekî li hevjînê Nancy Pelosi li Paul Pelosi xistibû. Li ser cezayê ku dan DePape, dadger Harry Dorfman dema biryara ceza xwend, weha got:
“Niyeta min ewe ku birêz DePape ti car ji zîndanê dernê û ti carî bi şert nê berdan.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin