PeyamaKurd – Îro 04.03.2025an Dadgeha Lêkolînê ya Resafê bi tohmeta ku li Birêvebiriya Giştî ya Trafîka Iraqê gendelî kirine û pere spî kirine, 4 kes darizandin ku hat îdîakirin ku diziya 3 milyar û 300 milyon dînaran kirine.
Ragihandina Dadgeha Bilind a Iraqê di daxuyaniyekê de diyar kir ku ev pereyê ku ji Birêveberiya Giştî ya Trafîka Iraqê hatiye dizîn, 3 milyar û 300 milyon dînar e û ew pere li navçeya Şeibiyê ya Bexdayê di malekê de tevî miqdareke zêr hatiye dîtin.
Hat ragihandin ku lêkolîna li ser dozê didome.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin