PeyamaKurd – Di navbera hikûmeta Afganistanê û Talîbanê de bi minasebeta hatina Cejna Remezanê agirbesteke 3 rojan hat ragihandin.
Talîbanê ragihandiye ku wan ji bo hemwelatî cejnê bi aramî derbas bikin, agirbest pêk aniye ku di nav 3 rojên cejnê de ti êrîşan nakin lê heger êrîş bi ser wan de werin jî ew dê bersivê bidin.
Herwiha ji aliyê xwe ve Serokomarê Afganistanê Eşref Ganî jî biryara agirbestê bi erênî pêşwazî kir û ragihand ku wê hêzên ewlekariyê di maweya 3 rojan de ti operasyonan li dijî Talîbanê pêk neyînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin