Ji bo hilbijartina 24ê Hezîranê anketa dawî!

Ji bo hilbijartina 24ê Hezîranê anketa dawî!

PeyamaKurd- Siba 24ê Hezîranê ye û Tirkiye diçe hilbijartina Serokomariyê û parlamenteriyê. Êdî her kes bi kelecaneke mezin li hêviya hilbartinê ye. Serokê şirketa AKAMê Kemal Ozkiraz ji bo hilbijartina siba anketa dawî eşkere kir. Di anketê de encamên balkêş hene.

Anket li 26 bajarên Tirkiyê bi 26 hezar kesî re hatiye kirin. Li gorî anketê HDPê bendê derbas dike û hilbijartina serokomariyê jî dimîne tûra duyem.

Li gorî encamên anketa AKAMê rêjeya rayên namzetên serokomariyê wiha ne:

Recep Tayyip Erdogan: %44.5

Muharrem İnce: %28.3

Meral Akşener: %13.5

Selahattin Demirtaş: %11.5

Temel Karamollaoglu: %2.0

Dogu Perinçek: 0.2

Li gorî encamên anketa AKAMê rêjeya rayên partiyan jî wiha ne:

Tifaq Cuhûrê: %45.9

Tifaqa Milletî: %40.4

HDP: %13.4

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin