Ji bo YPGê 100 mîlyon dolarî dî jî hat!

Ji bo YPGê 100 mîlyon dolarî dî jî hat!

PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo li ser bûyera rojnamevanê winda Cemal Qaşikçî çû Suûdî Erebîstanê. Pompeo ji bo YPGê ji Suûdî Erebîstanê 100 mîlyon dolar alîkarî stand.

Îdda ji rojnameya Amerîkî New York Timesê hat. Li gorî îddaya  New York Timesê roja ku Pompeo çû Suûdî Erebîstanê, ji aliyê erkdarên Suûdî ve ji bo ku li herêmên ji IŞÎDê hatine paqijkirin were xerckirin, 100 mîlyon dolar li ser hesabên Amerîkayê hatiye razandin.

Riyadê berî niha 100 mîlyon dolar ji bo YPGê rêkiribû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin