PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump Huawei Technologies xist lîsteya reş û Googleyê di hinek mijaran de hevkariya xwe rawestand. Çînê bertek nîşanê vê biryarê da.
Nûnerê Çînê li Yekîtiya Ewropa (NY) Zhang Ming derbarê mijarê de daxuyaniyek da, “ev helwesteke şaş e, ji ber vê yekê dê bersiva pêwist bo Amerîkayê were dayîn.”
Ming da zanîn ku mafên rewa yên şirketa çînî têne pêpeskirin lewam wê hikûmeta çînî jî destgîrkirî ne sekine.
Hefteya borî Serokê Amerîkayê Donald Trump amaje kiribû ku kompaniyên çînî ‘neçar in ku ji bo Çînê sîxurtiyê bikin’.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin