Ji Erdogan daxuyaniya Minbic û Rêkeftina Edenê

Ji Erdogan daxuyaniya Minbic û Rêkeftina Edenê

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di vegera Moskowê ya piştî hevdîtina Pûtîn de, di balafira pê hat de li ser Sûriyê daxuyanî dan.

Erdogan li Minbicê got ku li gor reqemên destê wan hezar endamên PYD/YPGê hene û hem Rûsya hem jî Amerîkayê gotiye dê Minbic ji wan bê valakirin û ji ber Minbic bajarekî Sunî Ereb e, ew dê vegerin herêmên xwe.

Erdogan li ser plana herêma ewle jî diyar kir, Tirkiye xwedî wê qebilîyetê ye ku tenê bixwe dikare wê herêmê ava bike û birêve bibe.

Serokomarê Tirk bal kişand ser peymana Edeneyê ku sala 1998an bi bavê Beşar Esed re hatiye îmzekirin û da xuyakirin ku ketina artêşa Tirkiyê ya Sûriyê jî ji naveroka wê peymanê tê.

Erdogan got ku di bin wê rêkeftinê de îmzeya bavê Esed heye û divê girîngiya wê baş bê nirxandin.

Hêjayî gotinê ye, Peymana Edeneyê li dijî PKKê di navbera Sûriye û Tirkiyê de sala 1998an hatibû îmzekirin û piştî wê peymanê Abdullah Ocalan ji Sûriyê hatibû derxistin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin