PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşînyan bi minasebeta Cejna Qurbanê îro 28ê Hezîranê pêwendiyeke telefonî pêk anîn.
Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariya Tirkiyeyê eşkere kir, di pêwendiya telefonî de, Paşînyan Cejna Qurbanê li gelê Tirkiyeyê pîroz kiriye û Erdogan jî hêvîya ku Cejn bi xwe re ji bo hemû mirovahiyê aştî, hizûr û bereketê bîne pîroz kiriye.
Herwiha hate diyarkirin ku di pêwendiyê de têkiliyên dualî û pêwîstiya temamkirina proseya normalbûna navbera Tirkiye-Ermenistanê hatiye axaftin û gavên ku dahatuyê bên avêtin hatine gotûbêjkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin