PeyamaKurd - Wezareta Karên Derve ya Frensayê bang Îsraîlê kir ku ji herêma tampon a ku dagir kiriye vekişe û rêzê li serwerî û yekparebûna axa Sûriyeyê bigire.
Fransayê li hemberî avakirina herêma tampon a Îsraîlê di navbera xwe û Sûriyeyê de piştî rûxîna rejîma Esed nerazîbûnê nîşan da.
Wezareta Derve ya Frensayê got: "Her cure bicihbûna leşkerî di herêma tamponê ya di navbera Îsraîl û Sûriyeyê de îhlaleke peymana 1974'an e. Em Îsraîlê hişyar dikin ku ji herêmê vekişe û rêzê li serwerî û yekparebûna axa Sûriyeyê bigire."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin