PeyamaKurd – Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê, li nêzî Sînorê Sûrîye-Tirkiyê êrîşek pêk anî û di encamê de 2 kes hatin kuştin.
Li gorî ragihandina Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) balafirên bêmirov yên Hevpeymaniya Navdewletî li bajarokê Seraqib yê parêzgeha Idlib a Sûriyê, êrîşî motosiklêtekê kir.
Hate diyarkirin ku 3 moşek ji balafirê hatin avêtin û di encamê de, 2 kes hatin kuştin û yek jî birîndar bû.
Het gotin ku yek ji wan kesên bûye armanca êrîşê Mihemed El-Zîbane ku berê çekdarekî DAIŞê bûye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin