PeyamaKurd – Piştî ku êrîşkarê nivîskarê pirtûka ‘Ayetên Şeytan’ Salman Ruşdî derket holê, ciwanekî ji Lubnanê ye û Hizbullaha Lubnanê hat tometbarkirin, Hizbullaha Lubnanê daxuyanî da.
Nivîskar Salman Ruşdî, roja Îna borî li New Yorkê dema konferansekê, ji aliyê xortekî ve hatibû kêrkirin û birîndar bûbû. Kesê êrîşkar hatibû desteserkirin û derketibû holê ciwanekî 24 salî yê bi navê Hadî Matar e û ji Lubnanê ye.
Di daxuyaniya Rêveberiya Hizbullahê de, li ser mijara tohmetbarkirinê hat diyarkirin, “Ti agahiyeke me di vê derbarê de nîne, lewma jî em şîroveyan nakin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin