PeyamaKurd - Heyva Sor a Îranê jiber karesata şewata daristanê ya li Los Angeles County ya eyaleta Californiayê pêşniyara alîkariyê li Amerîkayê kir.
Serokê Heyva Sor a Îranê Pirhuseyin Kolivand, ji Serokê Heyva Sor a Amerîkayê Cliff Holtz re derbarê karesata şewatê de peyameke sersaxiyê şand û tê de got, “Em amade ne tîmên xwe yên destwerdana lezgîn û personelên xwe yên perwerdekirî bişînin herêmê.”
Hêjayî gotinê ye, şewata daristanê ya li Los Angelesê dewam dike û heta niha ziyaneke bi qasî 135 milyar dolaran çêbûye. Herwiha 16 kes mirine û agir gihîştiye heta navenda bajêr ku devera Hollywoodê jî li xwe digre.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin