PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan doh Yekşemê bi Serokê Amerîkayê re bi mebesta sersaxiyê ji bo leşkerên di êrîşa Minbicê de hatine kuştin bixwaze pêwendiyeke telefonî pêk anî.
Berdevka Koşka Spî Sarah Sanders derbarê pêwendiya telefonî ya Trump-Erdogan de daxuyaniyeke nivîskî weşand û tê de got, di hevdîtinê de Erdogan serxweşî daye Trump ji bo welatiyên Amerîkî yên di êrîşa Minbicê de can dane.
Koşka Spî herwiha diyar kir ku herdu Trump di pêwendiyê de bal kişandiye ser girîngiya tunekirina hemû bermayiyên terorê û li ser bakurê rojhilatê Sûriyê (Rojava) jî li ser li hev kirine ku ji bo çareseriya metirsiyên ewlekariyê ji holê rake, danûstandinan berdewam bikin.
Herwiha hat gotin ku her du serokan li ser pêşxistina pêwendiyên aborî jî axivî ne.
Li ser hevdîtina Erdogan – Trump çavkaniyên serokomariya Tirkiyê jî belav kirin ku Erdogan bûyera Minbicê wekî provokasyoneke bandorê li ser biryara vekişînê bike nirxandiye û ji Trump re gotiye, ew dê destûrê nedin PKK û peyrewên PKKê aramiya bakurê rojhilatê Sûriyê (Rojava) têk bidin.
Li gor heman çavkaniyan Erdogan ji Trump re diyar kiriye ku ew wekî Tirkiye amade ne ewlekariya Minbicê demûdest bigirin ser xwe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin