PeyamaKurd – Berdevkê Kremlîn a Rûsyayê Dimitrî Peskov li ser êrîşên Tirkiyê bi ser Rojavayê Kurdistanê de, metirsiya xirabûna rewşa însanî anî ziman û got, pêwîste rejîma Sûriyê kontrola sînorên Tirkiye-Sûriyê dewr bistîne.
Peskov bal kişand ser ku ew bi taybet ji rewşa însanî bi fikar in û ragihand, 22yê Cotmehê li Soçîyê Pûtîn û Erdogan li ser rewşa Sûriyê dicivin.
Peskov herwiha li ser nameya Trump a bo Erdogan 9ê Cotmehê şandiye û tê de gotiye, “Ehmeqiyan neke û mêraniyê neke bi General Mezlûm re li hev bike” jî got ku ew zimanekî derveyî rêzê ye û zimanekî wiha di pêwendiyên serokên dewletan de zêde nayê dîtin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin