PeyamaKurd - Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennett, ji bo danûstandin derbarê Îranê de serdaneke neragihandî pêk anî û ligel Serokê Îmaratê Mihemed Bin Zayîd Al Nehyan civiya.
Medya Îsraîlê ragihandiye ku bi awayekî neragihandî Bennet roja Pêncşemê 9ê Hezîranê, ji bo hevdîtina ligel serokê Îmaratê Mihemed Bin Zayîd Al Nehyan serdana Îmaratê kiriye.
Hatiye diyarkirin ku ev hevdîtin ji bo gotûbêjkirina danûstandinên atomî yên Îranê û çalakiyên komên girêdayî rejîma Îranê li Rojhilata Navîn, peymana Îbrahîm û pêşhatên êrîşa Rûsya ya ser Ukraynayê hatiye pêkanîn.
Naftali Bennett beriya serdanê ragihandibû: “Rolek gelek girîng ya Rêberê Îmaratê di vebûna deriyê hevkariya di navbera Îsraîl û Îmaratê de heye û em dixwazin vê hevkariyê bihêztir bikin”.
Li aliyê din bazirganiya di navbera Îsraîl û Îmaratê de, piştî îmzekirina peymana Îbrahîm a asayîkirina pêwendiyan, gihîştiye 2 milyar û 500 milyon dolaran.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin