PeyamaKurd - Rêberê katolîkên cîhanê Papa Francesco ragihand, ew ji ber ku hikûmeta Tirkiyê mûzeya Ayasofya kir mizgeft, gelekî nîgeran e.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, piştî biryara Dadgeha Bilind a hilweşandina biryara hikûmeta sala 1934an a muzexaneyê, 10ê mehê ferman da ku dêr û mûzeya kevnar ya Ayasfoya ya li Stenbolê, bibe mizgeft.
Erdogan ragihand ku 24ê Tîrmehê jî Ayasofya ji îbadetê re vedibe.
Ev biryar bi taybet li cîhana baweriya xirîstiyan û ortodoksan rastî nerazîbûneke zêde hat.
Papayê katolîkên cîhanê Papa Francis jî derbarê wê biryarê de daxuyanî da û nîgeraniya xwe anî ziman.
Papa got: “Hişê min li Stenbolê ye. Fikra min li ser Ayasofya ye û gelekî pê dêşim.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin