Ji Siûdî daxuyaniya êrîsa Hûsiyan ya ser Aramcoyê

Ji Siûdî daxuyaniya êrîsa Hûsiyan ya ser Aramcoyê

PeyamaKurd – Berdevkê wezareta berevaniya Siûdiyê emîd Turkî Malkî ragihand, hêzên Siûdiyê 8 balifirên bêpîlot ên milîsên Husîyên bi ser Îranê ve têkşikandine, ku êrîş kirine ser rawestgeha nefta Cazanê ya Aramcoyê kiribûn.

Turkî Malkî got, ev destdirêjiya milîsên Husî ya ser rawesteka nefta Cazan, kiryareke têkderane û tirsinokiyê ye û wateya wê red kirina destpêşxeriya Riyadê ye.

Ajansa fermî ya nûçeyan a Siûdiyê Was jî bi zimanê Malkî ragihand, “Ev êrîşa milîsên Hûsîyên Îranê bi ser rawesteka dabeşkirina berhemên neftî ya Cazanê, kiryareke têkderane û tirsonekî ye. Tenê Siûdiyê jî nake armanc, heman demê de aboriya cîhanê û asayîşa hinardeya neftê li navçeyê û azadiya behrê û bazirganiya cîhanî dike armanc. Ev yek jî binpêkirineke eşkere ya yasayên navnetewî û mirovî ye.”

Malkî herwiha gotiye, ev kiryarên milîsên Husî, tê wateya red kirina hewldanên siyasî yên ji bo dawîanîna pirsgirêk û tengezariyên Yemenê, bi taybet ku Siûdiyê destpêşxerî kiriye ji bo dawîanîna wan tengezariyan û gihîştina çareseriyeke giştî ya siyasî li hember wê gavê red kirine.

Berdevkê koma Ensarula (Husiyên Yemenê) Yehya Serî îro ragihandibû ku wan şîrketa Aramco ya Siûdiyê bombebaran kiriye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin