PeyamaKurd - Balyozê Îranê li Birîtanya Hemîd Beîdî Nejad ragihand, ku ji tirsa sepandina zextên Amerîkayê, şirketên Ewropî hevkariyê li gel Îranê nakin.
Hat ragihandin ku Hemîd Beîdî Nejad tekez kir, ku tu şirketeke Ewropî metirsiya karkirinê li Îranê qebûl nake û tu şirket amade tune ye li Îran dest bi veberhênanê û çalakiyên aborî bike.
Beîdî Nejad diyar kir, hemû bizavên dîtina çareyekê ji bo anîna şirketan daku li nav Îranê veberhênanê bikin, rastrî binketinê hatine.
Nejad destnîşan kir ku pêwîstiya wan şirketab bi hevkariyê li gel Amerîka heye û ji tirsa ku rastî sizayên Amerîkayê bên, ew nema wêrin hevkariyê li gel Îranê bikin.
Beriya niha her yek ji Birîtanya, Almanya û Fransa daxwaz ji Amerîka kirin, ku sizayan û dorpêçê li ser Îranê sist bike, dakû şirketên Ewropî karibin bazirganiya xwe di warên enercî, otomobêl, keresteyên pizişkî û warên diravî de li gel Îranê berdewam bikin, lê Amerîka ew daxwaza wan red kir.
Amerîka berdewam gefê li welatên Yekîtiya Ewropa dike ku yasaya dorpêça li ser Îranê binpê nekin û hişyariyê dide wan, ku heger şirketên Ewropî wan yasayan binpê bikin yan jî hevkariyê li gel Îranê bikin, wê rastî sizayên tund ji aliyê Amerîka ve bên.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin