Ji Trump daxuyaniyên balkês bo Rojhilata Navîn û Îranê: Bi telefonekê…

Dîroka weşanê :
Ji Trump daxuyaniyên balkês bo Rojhilata Navîn û Îranê: Bi telefonekê…

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump, li ser destwerdana muhtemel a Îranê got, “Bi telefonekê em dikarin bikevin welatekî. Ne şert e ku îro be. Sibe jî dibe, du hefte şûnde jî.”

Trump, di serdana xwe ya sînorê Meksîka de, li eyaleta Kalîforniyayê derbarê Rojhilata Navîn û destwerdana muhtemel a bo Îranê de daxuyanî dan.

Trump got ku ew ê bi demê bibînin bê li Rojhilata Navîn çi dibe û wiha pê de çû: “Ya herî hêsan destwerdan e. Bi telefonekê em dikarin bikevin welatekî. Ne şert e ku îro be. Sibe jî dibe, du hefte şûnde jî.”

'EM LI IRAQÊ KETIN ÇIRAVÊ Û BÛN POLÎSÊ ROJHILATA NAVÎN'

Trump li ser neliheviyên hizrî yên bi Şêwirmendê Ewlekariya Netewî yê Qesra Spî John Bolton re ku ew ji kar vekişandibû jî got, “Mirovên wekî Bolton xwestin bikevin Iraqê û kar ewqas jî li rê neçûn. Ketin nav çiravê. Em bûn polîsê Rojhilata Navîn. Ev gelekî xeternak bû.”

Serokê Amerîkayê li ser dîwarê li sînorê Meksîkayê tê lêkirin jî diyar kir ku ew dê pêşiya koçberên qaçaxî bigirin û wê zêdetir însan êdî nikarin derbasî Amerîkayê bibin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin