PeyamaKurd – Berpirsê Bilind ê Pêwendiyên Derve yê Yekîtiya Ewropa (YE) Josep Borrell, li ser mijara şewitandina Qûranê li welatên Swêd û Danîmarkayê ragihand ku ew her cûre çalakiyên nefreta olî teşwîq dikin red dikin.
Borrell, li ser bêrêziya li Qûrana Pîroz hatiye kirin got, “YE çalakiyên li hin deverên Ewropayê ji aliyê hin kesan ve hatine kirin û bûne sedema nerazîbûna misilmanan û her cûre çalakiyên teşwîqkirina nefreta olî bi tundî dubare red dikin.”
Borell destnîşan kir ku civakên olî di nav nirxên YEyê de cihê xwe digirin û bêrêziya li hember Qûranê û her pirtûkek pîroz wekî provokasyon dinirxînin.
Herwiha Borrell da xuyakirin ku cihê nijadperestî, dijminatiya biyaniyan û bêtehemuliyê li Yekîtiya Ewropayê tune ye.
Li aliyê din Neteweyên Yekbûyî (NY) jî pêşnûmeya ku ji aliyê Fasê ve pêşkêşî Civata Neteweyên Yekbûyî hatibû kirin qebûl kir. Li gorî biryarê hemû cureyên tundiya li dijî mirovan ji ber baweriyên wan a olî, pirtûkên pîroz û cihên olî wekî binpêkirina hiqûqa navneteweyî hate pejirandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin