PeyamaKurd - Yekitiya Ewropayê (YE) ji bo pêşdebirina hevkariyê di warên wek enerjî, bazirganî, veberhênan û guherîna avhewayê de, dê cara yekem bi welatên Kendavê re lûtkeyekê saz bike.
Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê Charles Michel beriya Lûtkeya Yekemîn a Konseya Hevkariya YE-Kendavê ku di 16ê Cotmehê de li Brukselê bê lidarxistin, serdana Qeterê kir.
Michel piştî hevdîtina xwe ya bi Mîrê Qeterê Şêx Temîm Bin Hemed Al Sanî re li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û diyar kir ku wan li ser Lûtkeya Hevkariya YE-Kendavê ya ku dê cara ewil bi Al Sanî re bê lidarxistin gotûbêj kirine.
Mîşêl bal kişand ku di lûtkeyê de piştgiriya Serokê Konseya Hevkariya Kendavê Al-Thanî gelekî girîng e û got, "Lûtkeya Hevkariya YE-Kendavê wê bibe firsend ku hevkarî û diyaloga me ya siyasî derkeve asteke stratejîk."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin