Ji Zanayên Olî yên Siûdû biryara meha Remezanê

Ji Zanayên Olî yên Siûdû biryara meha Remezanê

PeyamaKurd - Encûmena Bilind a Zanayên Olî ya Erebistana Siûdî, ji bo pêşîgirtina belavbûna vîrusa koronayê daxwaz ji misilmanên cîhanê kir ku di meha Remezanê ya rojiyê de ji bo nimêjan kom nebin ango li mizgeftan nimêjên terawîhan eda nekin.

Encûmena Bilind a Zanayên Olî ya Erebistana Siûdî ragihand, divê misilman, “Xwe ji kombûnan dûr bigirin, ji ber ku sedema sereke ya belavbûna vîrusa koronayê ne.”

Li aliyê din Erebistana Siûdî, berî niha biryara Mizgefta Heram a li Mekkeyê û mizgeftên din dabû bi sedema rê girtina belavbûna vîrusa koronayê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin