Jimara kustiyên otêla Hayat ê ya Somaliyê giha 20 kesan

Jimara kustiyên otêla Hayat ê ya Somaliyê giha 20 kesan

PeyamaKurd – Li Somaliyê li payîtext Magadîşû rêxistina Es Şababê dyhî du êrîşên bombeyî biribû ser otêlê. Jimara kesên ku êrîşê de mirin îro gihaye 20 kesî. Bûyera êrîşê duhî çêbû û di bûyerê de jimara birîndaran jî li dora 40 kesane.

Rêvebirê nexweşxana Medîne ya li Magadîşoyê Muhammed Abdurahman ragihandiye ku ji 40 birîndaran 9 ji wan dermankirina wan temam bûye û wan şandine malên wan. Rewşa 5 birîndaran nexweşe û jiyana wan di talûkê de ye.

Rêxistina Eş Şebabê bûyerê girt aliyê xwe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin