PeyamaKurd – Erdheja ku li welatê Fasê li bajarê Marakeşê li devera El-Hûzê ya bi pileya 7an çêbû, her diçe jimara candayiyên wê zêdetir dibe û herî dawiyê jimara candayiyan gihaye 2.681an. Li gor ragihandina wezareta karên hundir ya Fasê; Jimara kesên ku birîndar ji bin enqazan derxistine giha 2.501an.
Bi rakirina enqazan re xwuya dike ku wê jimara mirî û birîndaran her here, dê zêdetir bibe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin