PeyamaKurd - Namzetê Partiya Demokrat Joe Biden, serdana eyaleta Wisconsin, ku bûye navenda bûyerên tundîtûjiyê kir.
Joe Biden li bajarê Milwaukee ya Wisconsin, bi malbata Jacob Blake yê reş re, ku di protestoyan de rastî êrîşê hatibû, kom bû.
Biden, bi bav, bira û parêzerê Blake re, ji saetekê zêdetir rû bi rû axifî, diya Blake jî bi telefonê bi Biden re peyivî.
Parêzerê Blake diyar kir, Blake jî ji nexweşxaneyê beşdarî axaftinê kiriye.
Malbata Blake dide zanîn, ew piştî êrîşa polîsan felc bûye.
Biden piştî hevdîtina bi malbata Blake re, li Dêra Grace Lutheran ya li bajarê Kenosha beşdarî çalakîyekê bû.
Karsazên li eyaletê, rêberên civaka sîvîl û ji hêzên ewlekariyê jî du nuner beşdarî çalakîyê bûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin