Amerîka: Kî agahiya artêsa Îranê ya aboriyê bide 15 mîlyon xelat distîne

Amerîka: Kî agahiya artêsa Îranê ya aboriyê bide 15 mîlyon xelat distîne

PeyamaKurd- Wezareta karên derve ya Amerîkayê ragihand ku kî agahiyên ku zerarê bide tora aborî ya artêşa Îranê ya parastvanên Şoreşê, bo wan agahiyan dê 15 mîlyon dolar xelatê bide wan. Di beyanê de hat ragihandin ku di meha nîsanê de dorpêç bo ser Parastvanên Şoreşa Îranê hatiye danîn û ji petrola ku difroşe, bi perê wê petrolê, fînansa grûbên terorîst dike. Agahiyên ku bên danîn dibe bi kesayetî be an bi rêya rêxistinan be.

Temsîlkarê Îranê yê Amerîkayê yê taybet Brian Hook di mijarê de ragihand ku ev xelat di çarçoveya dorpêçên bo ser artêşa Îranê de ye. Hook weha got:

“Cara yekeme ku di dîroka xwe de em xelatê didin agahiyên bo xerabkirina tora aboriyê ya artêşa Îranê. Ji ber artêş ne weka dezgeyeka dewletê lê weka grûbeka terorîstan tevdigere. Muhafizên Şoreşa Îranê di Rojhilata Navîn de gelek grûbên wekîl perwerde dike, pere dide wan û wan çekdar dike. Îran dixwaze di rêya wan grûban de sînorê rejîma xwe fireh bike, tevliheviyê çêbike û şerên mezhebî derxe. Bo rêlibergirtina van xebatan em temamê rêyên dîplomatîk û alavên aboriyê bikartînin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin