PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê, 14 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin û kesekî can da.
Li gor Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser, di 24 saetên borî de, kesekî ji ber vîrûsa Koronayê can daye.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir; 14 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ji wan 4 kes li Qamişlo, 5 kes li Dêrikê, 1 kes li Girkê Legê, 1 kes li Tirbespiyê 1 kes li Til Temir, 1 kes li Reqayê, 1 kes jî li Şehbayê ye.
Herwiha Dr. Ciwan Mistefa destnîşan kir, di nav 24 saetan de 1 kes jî baş bûye.
Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê bi vîrusa Koronayê ketine, gihiştiye 8113 kesan. Ji wan 1150 kes baş bûne û 276 kesan jî can dane.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin