PeyamaKurd- Li welatê Sûdanê piştî peymana deklerasyona destûrî konseya leşkerî ya demkî hat rakirin û di şûna wê de Konsey a Serokatiya Dewletê hat danîn. Konsey sondê xwar û dest bi wezîfeya xwe kir. Konsey ji 11 enadaman pêk tê û li ber serokê konseyê Abdulfettah el-Burhan û serokê dadgeha bilind Abbas Alî Babekir sondê xwarin. Konsey ji leşker û sîvîlan pêk tê.
Endamên konseyê Orgeneral Mûhammed Hamdan Dakalû, Korgeneral Şemseddîn Kebbaşî, Korgeneral Yasir el-Ata, Tumgeneral Îbrahîm Cabir Kerîm û endamên sîvîl Hasan Mûhammed Îdrîs, Siddiq Tawir, Muhammed el-Fekî Suleyman, Ayşe Mûsa û Raca Nikola ne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin