PeyamaKurd –Encûmena Wezîran a hikûmeta Iraqê, îro 28ê Kanûnê bi mijara hilbijartinên pêşdemî yên sala 2021ê civîneke li dar xist.
Ofîsa ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê ragihand ku Mistefa Kazimî gotiye, wê hilbijartinên pêşdemî aramî û seqamgeriyê bîne Iraqê ku pêkanîna hilbijartinên dadwerane wê mekanîzmeya siyasî û demokratî ji nû ve dabîn bike.
Kazimî herwiha diyar kir, ew dê destûrê nedin gef li ewlehî û azadiya proseya hilbijartinê bê xwarin û da xuyakirin, “Ji bo pêwîstiyên proseya hilbijartinê werin temamkirin, pêdiviya me bi hêzên siyasî û parlamenê heye ku mijara Dadgeha Federalî çareser bikin.”
Serokwezîrê Iraqê got ku dema hilbijartinê û budçeya wê hatiye diyarkirin û mebesta wan bi civîna îro jî bicihanîna erka xwe ya dîrokî ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin