PeyamaKurd – Li Kirgizîstanê li devera Calal-Abadê li navça Suzakê xwendevan ji bo ahenga çandî civiyabûn. Kamyonetekî ji nîşka de ket nav qelebalixa xwendevanan û di encamê de 29 kes birîndar bûn.
Li gor ragihandina wezareta tenduristiyê ya Kazakıstanê; mamosteyekî,17 xwendevan bi temamî 18 kesan birine nexweşxanê û 11 xwendevan jî li ser linga wan derman kirine. Temenên zarokan di navbera 9-16 salan de ye û ji birîndaran 3 kes di rewşeka xerab de ne.
Hat ragihandin ku di nav kamyonetê de ajotvan tinebûye û ji nîşka de hereket kiriye. Li ser bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin