Karsazekî kurd li Brîtanyayê bû saredarê navçeyeke girîng

Karsazekî kurd li Brîtanyayê bû saredarê navçeyeke girîng

PeyamaKurd - Karsazê kurd û birêvebirê Navenda Lêkolînên Tirkiyê (CEFTUS) Ibrahîm Doguş li Lambeth a li herêma başurê Londonê wekî şaredar hat hilbijartin.

Ibrahim Doguş di hilbijartinên gulana 2018an bi dengekî zêde ketibû meclisa şaredariyê û di civîna ewil a şaredariyê de bûbû cîgirê şaredariyê. Karsaza kurd ê ku salekê cîgirtiya şaredariyê dikir, wekî Şaredarê Lambethê hat hilbijartin û bi merasîmekê ji Chistopher Wellbelove wezîfe wergirt.

Lambeth, li hemberî parlementoyê ye û 350 hezar nifûsa wê heye. Nexweşxaneya London Eye û St. Thomas ku yek ji remzên wê herêmê ne jî li wî bajarî ne.

Doguş di merasîmê de axafitnek kir û bal kişan ser wê yekê ku Partiya Karkeran dostê kurdan e û got, “Lambeth yek ji girîngtirîn û mezintirîn navçeya Londonê ye. Bo cara ewil kurdek li Lambethê dibe şaredar. Brîtanya ji aliyê têkoşîna kurdan ve yek ji welatên herî girîng e. Em kurd, dixwazin li Brîtanyayê postên girîng bi dest bixin.”

Doguş dide zanîn ku, her diçe gelheta kurdan li Brîtanyayê zêde dibe, “Brîtanya hem li Rojhilata Navîn û hem jî li çar parçeyên Kurdistanê çalak e. Brîtanya dixwaze peywendiya dostane ya di navbera gelê kurd û brîtanî xurttir bike.”

Ibrahim Doguş ku 24 sal e li Brîtanyayê xwediyê restorantekê ye, di sala 2017an de di dema êrişeke terorê de ji polîsan re deriyên restoranta xwe vekiribû û ev yek li Brîtanyayê deng vedabû.

Herwiha Ibrahim Doguş bi merasîma "Xelata Kebabê ya Brîtanyayê" ji Çînê heta Amerîkayê li gelek welatan bûbû mijara nûçeyan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin