Kati Piri Basak Demirtas ziyaret kir!

Dîroka weşanê :
Kati Piri Basak Demirtas ziyaret kir!

PeyamaKurd- Raportora Tirkiyê ya Parlamentoya Ewrûpayê Kati Piri hate Amedê û pîreka Hevserokê HDP yê berê Selahattin Demirtaş Başak Demirtaş li mala wê ziyaret kir.

Raportora Tirkiyê ya Parlamentoya Ewrûpayê Kati Piri Başak Demirtaş li mala wê ziyaret kir û bi hev re taştê xwarin. Parêzerê Selahattin Demirtaş yê bi navê Mahsuni Kahraman û zarokên Selahattin Demirtaş jî beşdarî taştêyê bûn. Hevdîtina wan ji çapemeniyê re girtî bû.

Başak Demirtaş tîşortekî ku wêneyê ku Selahattin Demirtaş di girtîgehê de çêkirî li serê, hediyeyî Kati Piri kir.

Piri piştî hevdîtinê tîşortê ku hatibû xelatkirin li xwe kiribû û got ku ji ber ku Başak Xanimê ev xelata girîng da min, ez pir keyfxweş im.

 Başak Demirtaş jî wêneyên xwe û Kati Piri li ser hesabê xwe yê twitterê parve kirin.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin