PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazimî bi rêya telefonê bi serokê Fransayê Emmanuel Macron re axifî û di axaftina xwe de ragihand ku ew hewl dide da bi welatên dinyayê re ji dijberiyan dûr û bi awayeka bi mêzên têkiliyan deynin. Nivîsîngeha Kazimî ya çapemeniyê bi awayekî nivîskî ragihandina xwe kir û weha got:
“Di axaftina telefonê ya bi serokê Fransayê Emmanuel Macron re Kazimî li ser têkiliyên navbera her dû dewletan yên siyasî, aborî, çandî û di sehayên din de û hem li ser pêşdeçûnên siyasî yên herêmî axifîne.”
Macron jî behsa rola Iraqê ya di aştiya netewî û herêmê de kir û rola Iraqê berz nirxand. Macron got ku dê desteka Fransayê bo Iraqê dewam bike, di serî de di seha aborî de, dixwazin têkiliyan bipêşbixin û şîrketên Fransayê dixwazin li Iraqê di sehayên cuda de veberhênana xwe bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin