PeyamaKurd – Piştî ku Nûnera Daîmî ya Amerîkayê li Neteweyên Yekbûyî (NY) Nikki Haley sala borî dest ji kar berda, li senatoya Amerîkayê ji bo nûnertiya NY hilbijartin hat kirin.
Kelly Craft, li Civata Giştî ya Senatoyê li bermaber 34 dengên `na` bi 54 dengên `erê` wekî Nûnera Daîmî ya Amerîkayê bo Neteweyên Yekbûyî hat hilbijartin.
Kelly Craft meha Gulanê ji aliyê Serokê Amerîkayê Donald Trump ve wek berbijêra Nûnertiya Daîmî ya Neteweyên Yekbûyî hatibû diyarkirin û Senatoyê jî biryara Trump pesend kir.
Craft ji Tebaxa 2017an ve wek Balyoza Amerîkayê ya Kanadayê kar dikir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin