PeyamaKurd - Şaneya Ragihandina Ewlekariyê ya Iraqê ragihand ku ji 3 xwekujên 2yên nekarîbûn di êrîşa ser Saziya Îstixbarata Kerkûkê de xwe biteqînin, di encama operasyonê de hatin kuştin.
Şaneya Ragihandinê da xuyakirin, hêzên ewlekariyê bersiv daye êrîşa 3 xwekujên DAIŞî bi ser avahiya istixbaratê de û 2 ji wan DAIŞîyan hatine kuştin.
Herwiha Hêzên Lîwaya 62an bi daxuyaniyekê ragihand ku çekdarekî DAIŞê yê payebilind li Kerkûkê hatiye girtin ku ew yek ji çekdarê herî metirsîdar ê DAIŞê ye û destê wî di gelek bûyeran de hebûye.
Hêzên Iraqê bi navê “Girava Xwînê” li dijî DAIŞê operasyon dane destpêkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin