Kesekî mubtelayê maddeyên hişbir êrîşê polîsan kir: 6 kes birîndar bûn

Dîroka weşanê :
Kesekî mubtelayê maddeyên hişbir êrîşê polîsan kir: 6 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li bajarê Îstenbolê li navça Küçükçekmece kesekî ku mubtelayê maddeyên hişbire, bi kêra mezin êrîşê polîsan kir û got ku ew çima li wê derê digerin. Êrîş seet di 15.30an de li taxa Siltan Muradê çêbû.

Di encama êrîşê de ji polîsan 4 kes û ji xelkê 2 kesên ku ketin navbera wan birîndar kir. Bûyer dema polîs wezîfa xwe ya dewriyê dikirin qewimî. Polîs, kesê girêdayê maddên hişbir xist bin çav.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin