PeyamaKurd- Wezareta Bazirganiyê ya Çînê jî li ser gengeşiya di navbera Sûriyê û Amerîkayê de daxuyaniyek da û got ku heke Amerîka bazirganiya di navbera me de têxe talûkê de, em ê bersiveke tund bidinê.
Berdevkê Wezareta Bazirganiyê ya Çînê Goa Fing li Pekînê daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de Fing got ku bazirganiya Çînê ya derve ji gef û zextên derve natirse û ew ti bandorê li ser bazirganiya me nakin. Divê Amerîka li ber bazirganiya me ya derve nebe asteng. Lewra ew nikarin me bisekinînin.
Fing wiha berdewam kir: Amerîka ti caran di mijara muzakereyan de, ne ji dil e. Ew her wextî bi tena serê xwe biryaran didin û tevdigerin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin