Tirkiye: Korona hat kontrolkirin, ‘Jiyana Civakî ya bi Kontrol’ dest pê dike

Tirkiye: Korona hat kontrolkirin, ‘Jiyana Civakî ya bi Kontrol’ dest pê dike

PeyamaKurd – Wezîrê Tenduristiya Tirkiyê Fahrettîn Koca piştî civîna bi vîdyo konferansê ya bi Desteya Zanistî ya Koronayê re, ragihand ku wan heyama yekemîn a nexweşîya vîrusa koronayê li paş xwe hiştiye û di şertên heyî de korona hatiye kontrolkirin.

Koca got ku êdî ew derbasî qonaxa duyem a têkoşîna dijî koronayê dibin ku navê ‘Jiyana Civakî ya bi Kontrol’ lê kir.

Li gorî wezîrê Tenduristiya Tirkiyê, bal kişand ser sistkirina rêkarên hikûmetê û derbasbûna jiyana asayî û got, ji 29ê Nîsanê ve hejmara nexweşên baş dibin ji tûşbûyên nû zêdetir dibe û her çiqas qada me ya jiyanê berfirehtir dibe jî pêwîste em tedbîran ji dest nedin.

Li ser sistkirina tedbîrên belavbûna koronayê li Tirkiyê rexne li hikûmetê têne kirin ku dibêjin, hîn zû ye, lê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihandiye ku dê kargeh dest bi karên xwe bikin û jiyana derve jî were asayîkirin.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin